Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Yahya es-Sînvarê ku damezrînerê Tugayên Îzzeddîn el-Qassam e, bû lîderê nû yê Hamasa Hareketa Berxwedana Îslamî ya Xezzê.
Berî niha ji teref îsraîlê sîyonîst ve ji Yahya es-Sînvar re 4 caran cezaya hepsa muebbet hat dayîn û Sînvar 20 salan di girtîgehê de hat girtin. Sînvarê ku 20 salan di girtîgehê de me di teqasa êsîran a sala 2011an de hat berdan.
Es-Sînvarê 55 salî li qampa multeciyan a li Xan Yûnisê hat dinyayê û Tugayên Îzzeddîn el-Qassam damizrand.
Koma ku ji teref Es-Sînvar ve hat damizrandin ji sala 1990an pê ve li dijî îsraîla sîyonîst çalakî da destpêkirin û ji Xezzê li ser îsraîla sîyonîst de bi hezaran roket firand. Di sala 2015an de DYA Sînvar daxilî ‘lîsteya reş’ kir.
Tê diyarkirin Haniyeyê ku cihê xwe ji Es-Sînvar re berde ew ê di şûna Xalid Meşal de bibe şefê buroya siyasî yê Hamasê.(ÎLKHA)