Miftiyê Bajarê Mûşê Alattîn Bozkurt destnîşan kir ku 14ê Sibatê çanda Xerba kapîtalîst e. Divê ku Misliman ji van rojên ku Misliman tên dejenerekirin dûr bisekinin.

Bozkurt destnîşan kir ku 14ê Sibatê di nav civakê de wek “Roja Dildaran” tê zanîn. Di çanda Îslamê de ciyê rojekî wiha tune.

“Divê ku Misliman gor Qur’an û Sinnetê hereket bikin”

Bozkurt bal kişand “Roja Dildaran” di encama Keşîş Valentînayê ku xwedî li ciwanên ku zina dikirin de derketiye. Dûvre Bozkurt wiha pê de çû: “Roja hezkirinê nîne. Roja xwedîderketina li keşîşê ku xwedî li ciwanên zina kirine derketiye ye. Referansa Mislimanan nirxên ku ji Xerbê hatine sitandin nîne. Divê ku referansa Misliman Qur’an û Sinnetê bibe. Dê em edetên Yahudî û Xaçperestan tênexin nav xwe. Dê em xwe neşibihînin wan. Nexwe Xweda dûr bike dê em jî bi wan re bibin.”

Bozkurt wiha pê de çû: “Ji bo Mislimanan her roj raja hezkirinê ye û roja merhemetê ye. Her roj roja şefqetê ye. Dê em kî hez bikin? Dê em dê, bav, xanim û zarokên xwe hez bikin. Di Îslamê de rojek wekê “Roja Dildaran” tune.”

Bozkurt wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em Qur’an û Sinnetê hîn bibin. Îslamê hîn bibin. Em cahil nemînin. Em ji bo ku zarokên me perwerdehiya dînê bistînin bixebitin. Em ji bo ku zarok Qur’an û Sinnetê hîn bibin bixebitin.” (ÎLKHA)