Berazê ku ewil ji teref gundiyên gundê Welikê ve hat dîtin reviya nava garisê Helîm Irmak. Berazê ku ket nava garis di bin bîçera ku garis didûrit de ma û telef bû.

Muxtarê gund Cemîl Irmak diyar kir ew cara ewil li gundê xwe beraz dibînin di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Li gundê me hêj garisên ku nehatine dûritin hene. Helîm Irmak dema ku garisê xwe didûrit beraz ket bin bîçerê û telef bû.”(ÎLKHA)