Di daxuyaniya ku ji teref TSKyê ve hatiye dayîn de hat ragihandin li El-Baba Sûriyê avahiya ku eskerên Tirkiyê tê de bûn bi şaşitî ji teref balafirên Rûsyayê ve hat bombebarankirin di encama bombebaranê de 3 esker jiyana xwe ji dest dan 11 esker birîndar bûn.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn bi rêya telefonê li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan geriya û sersaxiyên xwe jê re anî zimên.(ÎLKHA)