Serokatiya Karên Perwerdehiyê ya HUDA PARê di derheqê mufredata nû ya ku ji teref Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve hatiye amedekirin de nêrîn û pêşniyazên xwe wek raporê bi raya giştî re parve kir.
Pêwîst e ji Kurdan re mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bê dayîn
Di raporê de di derheqê perwdehiya bi zimanê zikmakî de hat diyarkirin: “ Ji ber ku li Tirkiyê qewmên cûda yên ku ji bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî tên mahrûmhiştin bêhizûriyên civakî û siyasî rû didin û her wiha ev yek dibe sedem ku zarokên ku zimanên wan ji hev cuda ne di wekheviya firseta perwerdehiyê de bêpar bimînin. Di serî de pêwîst e ji Kurdên ku nifûsa wan di warê zêdebûnê de di rêza duyemîn de ne û her wiha dema ku teleba pêwîst çêbû ji qewmên din re jî mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn.”
Di bûyera Şêx Seîd de pêwîst e dev ji terefdarbûnê bê berdan
Din binbeşa ‘Dîrokê’ ya raporê de hat destnîşankirin di mifredatê de ji bilî dîroka Tirkan tu dîroka qewmên Misliman, dîrok tune ye ku ev yek jî kêmasî ye. Dû re wiha li raporê hat zêdekirin: “Di bûyera Şêx Seîd de jî pêwîst e dev ji terefdarbûnê bê berdan û di bin ronahiya agahiyên şênber û di bin ronahiya belgeyên şênber de ji nû ve vekolan û nirxandin.”
“Çewtiya pedegojiyê ya qernekî: Modele perwerdehiya tevlîhev”
Di beşa ‘Polîtîkaya Perwerdehiyê’ ya raporê de di derheqê ‘Modele perwerdehiya tevlîhev’ de wiha hat destnîşankirin: “ Li her derê cîhanê perwerdehiya tevlîhev ji teref zanyarên perwerdehiyê û pedagogan ve bi şikleke tund tê rexnekirin û wek ‘çewtiya pedegojiyê ya qernekî’ tê qebûlkirin. Divê demildest dev ji vê bê berdan. Bi danayên zanistî hatiye îspatkirin ku perwerdehiya tevlîhev bi şikleke neyînî tesîrî di warê kesayet û akademîk de li ser xwendekarên nexasim di heyama kamilbûnê de ne dike. Ji ber ku ev rastî li ber çavan nayê girtin serkeftina ku tê xwestin di perwerdehiyê de nayê qezenckirin.”
Di berdewama raporê de qala rêziknameya cil û bergan a li saziyên perwerdehiyê hat kirin û hat ragihandin pêwîst e perwerdeker li gor exlaq û edebê cil û bergan li xwe bikin û pêwîst ehemiyetê bidin nirxên manewî yên civakê.
Di perwerdehiyê de hebûna laîktiyê ya wek hemana zextê problemeke cîddî ye
Di raporê de her wiha qala di perwerdehiyê de hebûna laîktiyê hat kirin û di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “ Li welatekî ku nifûsa wê ji sedî 99 Misliman be di perwerdehiyê de hebûna laîktiyê ya wek zextê mişkîleyeke cîddî ye. Dema li wan sepanên laîktiyê yên ku di rabirdûyê de hatine tetbîqkirin bê nihêrtin ew ê bê dîtin ku di jiyana civakî de bûye sebeba mişkîliyên civakî û siyasî û di qada perwerdehiyê de jî bûye sebeba mişkîleyên pedogojîk.”
Her wiha di raporê de hat destnîşankirin xwendekar, mamoste û dayikên ku di mufredatê de wek wêne hatine dayîn servekirî hatine nîşandan û ev yek ji civaka ku ekserê wê Misliman e û pîrekên wê jî sergirtî ango bi hîcab in re wek mufredata perwerdehiyê hatiye teqdîmkirin.
Ji bo temamê raporê bitikenin.(ÎLKHA)