Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku ji bo xebatên partiyê çûbû Edenê bi Edeneyiyan re hat cemhev. Yapiciogli di bernameya ku li Navenda Çanda Yuregîrê hat lidarxistin de di derbarê rojevê de axivî.

Yapicioglu di derbarê referanduma ku dê di OHALê de were lidarxistin de bal kişand ser hinek tespîtan. Yapicioglu diyar kir henke kesên di referandumê de dibêjin ‘erê’ û yên dibêjin ‘ne’ hevdû wek xayînê welat îlan bikin dê ev bibe sedema fîtenekî mezin ku mirov êdî nikare jê derkeve.

Yapicioglu diyar kir dê ew ji bo biratiya Umetê hewldana xwe bidomînin. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi îzna Xweda em biçin ku derê dê em helbest û sitranên biratiyê bibêjin. Ciyên ku em biçin wir dê em tovê muhebbetê bireşînin. Dê em qala hewesta xwe ya di derbarê vê yekê de ji kesê ku birayê me yê mumîn e yê ku me selam dayê, li nav çavê wî mêze kiriye bikin.”

“Em dizanin ku barê me giran e”

Yapicioglu wiha pê de çû: “Kesên ku di dê rêyê de li ser pehniya xwe dizivirin tu wextî zirarê nadin Xweda. Bes zirarê didin xwe. Hemd ji Xweda re em di roja herî dijwar de di badîreyên herî bitûndî de û di ba û bahozên herî bitûndî de nequtifîne. Me dev ji doza xwe bernedaye. Me pişta xwe neda Heqq, heqîqîqet û miletê xwe. Em dizanin ku barê me giran e.”

 “Bi îzna Xweda em biçin ku derê dê em helbest û sitranên biratiyê bibêjin”

Yapicioglu diyar kir ku xelasiya Umetê bes bi wehdet û biratiya ku dê di nav Mislimanan de pêk were mimkûn e. Dûvre Yapicioglu wiha pê de çû: “Bi îzna Xweda em biçin ku derê dê em helbest û sitranên biratiyê bibêjin. Ciyên ku em biçin wir dê em tovê muhebbetê bireşînin. Dê em qala hewesta xwe ya di derbarê vê yekê de ji kesê ku birayê me yê mumîn e yê ku me selam dayê, li nav çavê wî mêze kiriye bikin.”

"Wek kesên ku dibêjin ‘erê’ û dibêjin ‘ne’ tê xwestin ku tefrîqeyê têxin nav gel"

Yapicioglu dûvre di derbarê guhertina makeqanûnê de fikr û ramanên xwe wiha anî ziman: “Niha di rojeva Tirkiyê de referandum heye. Bi referandûmê tê xwestin ku tefrîqeyê têxin nav gel. Tê xwestin ku wekê kesên dibêjin ‘erê’ û kesên dibêjin ‘ne’ ji hev cuda bikin.”
 

“Kesên zalim nefret û berîdayîna çekên xwe yên li Umeta belengaz didomînin”

Yapicioglu di derbarê tûndî û zexta ku li Mislimanan tê kirin de wiha nirxandin kir: “Kesên ku şopandine hene. Li Kanadayê li dijî birayên me yên Misiman ên ku di mizgeftê de îbadet dikirin êrîş hat kirin. Di vê mizgeftê de de bes ji ber baweriya xwe 6 birayên me hatin qetilkirin, hatin şehîdkirin. Li çar aliyê dinê kesên zalim nefret û berîdayîna çekên xwe yên li Umeta belengaz didomînin. Ji ber ku em nabin yek, em perçe perçe bûne û bihev re şer dikin ew bê tirs êrîşê me dikin.”

“Sûrî pirsgirêka Umetê ya navxwe ye”

Yapicioglu qala meseleya Sûrî kir û destnîşan kir ku mesela Sûrî mesela Umetê ya navxwe ye. Dûvre Yapicioglu wiha ragihand: “Ji roja ku şerê Sûrî dest pê kir heta niha pêşniyazekî me hebû. Me bang li Umeta Îslamê kir û wiha diyar kir; ‘Ev pirsgirêka Umetê ya navxwe ye. Ji kerema xwe re emperyalîst, Emrîka, Ûris û welatên Ewrûpayê têkilê vê yekê nekin û din av xwe de çareser bikin. Ev pirsgirêk bi şerkirinê nayê helkirin. Tu kes tu kesî bi şerkirinê nikare xilas bike.”

“Herêma ewledar herêma ku Emrîka li wir nîne ye”

Yapicioglu di derbarê mijara herêma ewledar de wiha nirxandin kir: “DYE diyar kiriye ku dê li Sûrî herêmek ewledar pêk bîne. Birayên bi qîmet haya Emrîka bes ji ewlehiya Îsraîlê heye. Xwezî Sûrî ji serî heta binî bibûya herêma ewledar. Xwezî birayên me yên ehlê Sûrî xwe di nav ewlletiyê de hîs bikirina. Em jî dibêjin heke dê Emrîka ciyê ewledar îlan bike herêma ewledar herêma ku Emrîka li wir nîne ye.” (ÎLKHA)