Nifûsa Tirkiyê ji teref TUÃKê ve hat eşkerekirin. Li gor beyaneta ku ji teref TUÃKê ve hatiye dayîn nifûsa Tirkiyê milyonek û 73 hezar û 818 kes zêde bû û ji 31ê Kanûna 2016an pê ve bû 79 milyon û 824 hezar û 871 kes. Her wiha li gor daxuyaniyê nifûsa zilaman bû 40 milyon û 43 hezar û 650 û ya pîrekan jî bû 39 milyon û 771 hezar û 221 kes.
Nifûsa herî zêde li Stenbolê û ya herî hindik jî li Dêrsimê ye
 Li gor daxuyaniyê xwediyê nifûsa herî zêde Stenbolê ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin tevde  14 milyon û 804 hezar û 118 kes li ser nifûsa Stenbolê qeydkirîne. Her wiha hat ragihandin xwediyê nifûsa herî kêm jî Dêrsim e û 82 hezar û 193 kes li ser nifûsa Dêrsimê qeydkirîne.(ÃLKHA)