Di daxuyaniya ku ji teref Midûrtiya Ewlehiyê ya Wanê ve hatiye dayîn de hat ragihandin  di serdegirtinên ku li Taxa Selîmbey û Seyrantepeya Tuşbayê hatin kirin de tevde 571 hezar paket cixareyên qeçax hatin bidestxistin û kesên bi navê Î.H., A.O. ,M.N.K. û  A.E.  hatin binçavkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin kesê bi navê A.O. bi şerta kontrola edlî û kesên bi navê Î.H. û A.E.  hatin serbestberdan û kesê bi navê M.N.K. hat girtin.(ÎLKHA)