Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li gelemperê Tirkiyê îsal bi slogana “Wî bixwîne, Wî bijî” îmtîhan hat tertîpkirin. Hat ragihandin ku ji 200 hezar kesan zêdetir însan beşdarê îmtîhanê bûne.

Îmtîhana sîyerê ya ku li gelemperê Tirkiyê di 64 bajar û 150 navçeyan de bi tevahî li 220 navendan de hat lidarxistin ji 200 hezar kesan zêdetir zarok û mezin beşdarê îmtîhanê bûn. Îmtîhana ku di saet 10.30an de dest pê kir 2 saet ajot.

Rêvebirên platformê ragihandin ku dê pirsên hatine pirskirin û bersivên wan dê di saytên www.siyersinavi.com û www.peygambersevdalilari.com de werin eşkerekirin.

Sekreterê Giştî yê Platforma Evîndarên Pêxember Cemîl Cahît Unsal di derbarê îmtîhanê de daxuyanî da. Unsal diyar kir ku dê ew 24 kesên di îmtîhanê de têkevin dereceyên bişînin Umreyê û her wiha hat destnîşan ku dê 4 ebeweyn bi zarokên xwe re biçin Umreyê.

Unsal diyar kir ku ji 200 hezaran zêdetir kes beşdarê îmtîhana sîyerê bûne. Bi vê yekê armanca wan ew e ku jiyana Hz Muhammed (as) bidin xwendin, qala jiyana Wî bikin û bidin jiyandin.

Unsal wiha axavtina xwe domand: “Digel şert û mercên hewayê yên neyînî beşdarbûna îmtîhanê baş bû. Li gelemperê Tirkiyê ji 200 hezaran zêdetir serîlêdan heye. Elhemdulîllah îmtîhana sîyerê di 220 navwndan de hat lidarxistin. Îmtîhana ku li 64 bajar û 150 navçeyan hat lidarxistin bê pirsgirêk derbas bû. Par di derdora 90 hezaran de serîlêdan hebû. Îsal ji 200 hezaran zêdetir bû. Ev yek jî ji bo pêşerojê rewşekî erênî ye.”

“Li hinek ciyan amîrên milkî bûn asteng”

Unsal wiha qala pêvajoya heta roja îmtîhanê kir: “Amîrên milkî yên hinek bajaran di serî de astengî derxistin. Di derbarê destûrê de pirsgirêk derxistin. Hinek ji wan pirsgirêkan hatin çareserkirin. Li hinek bajaran îmtîhan di kêliya dawî de hatin betalkirin. Ji van yekî Erdahan e. Mixabin dê li Ardahanê nêzî 100 pêşbazên me dê beşdarê îmtîhanê nebin. Dê di bajarên din de îmtîhan di salonên ku birayên me bi derfetên xwe girtine de were lidarxistin.”

“Tu kesê ku dê di vê îmtîhanê de zirar bike tune”

Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember Adnan Akgonul jî ragihand ku tu kesê ku dê di vê îmtîhanê de zirar bike tune. Dûvre Akgonul wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îmtîhan baş derbas bû. Birayên me yên ku dê bikevin dereceyê û yên dê nekevin dereceyê hebin. Kesên ku nakevin dereceyê bila xemgîn nebin. Lewra tu kesên ku dê di vê îmtîhanê de zirar bike tune. Jiyana Pêxemberê me hîn dibin. Bila tişta ku xêr e bixwazin. Xweda dê encamekî xêrê bike nesîbe beşdaran.”

“Sîyera Nebî çavkaniyekî ya ku em nikarin dev jê berdin e”

Akgonul wiha pê de çû: “Pêwîst e ku Pêxeêberê me di qelb û dilan de were nexşkirin. Lewra rêya Îslamê bi wesîla Wî ji me re hat. Di derbarê vê yekê de pîbang e. Pêxemberê me beriya wefata xwe ji me re wiha gotiye; ‘ez ji we re du tiştan dihêlim. Heke hûn van himbêz bikin dê hûn nekevin delaletê. A yekemîn pirtûka Qur’ana Pîroz a Xweda. Ya dûyemîn suneta min.’ Ji ber vê yekê Sîyera Nebî çavkaniyekî ya ku em nikarin dev jê berdin e.

 “Em ji pirtûkê gelek tişt hîn bûn”

Suzan Gokgoz diyar kir ku ew bi tewsiya hevala xwe beşdarê îmtîhanê bûye û ew dixwaze ku xelata Umrê bidest bixe. Dûvre Gokgoz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Armanca min ew e ku bes ez biçim paxên pîroz bibînim. Ez ji bo rizayê Xweda beşdarê îmtîhanê dibim. Min 20 car pirtukê xwend. Heke Xweda bike nesîb dê ez axên pîroz bibînim. Em ji pirtûkê gelek tişt hîn bûn.

Emîne Sevîma ku beşdarê îmtîhanê bûbû wiha axivî: “Beriya her tiştî Xweda ji kesên ku vê îmtîhanê lidar xistine razî bibe. Rastî jî hînbûna jiyana Hz Muhammed pirr girîng e.”

Hîlal Yaşar bal kişand ku ya girîng ew nîne ku mirov beşdarê îmtîhanê bibe. Ya girîng ew e ku mirov jiyana Hz Muhammed hîn bibe.

Engîn Kangalê xwendekarê pola 6 emîn ê ku di Şaxa Nexweşiyên Zarokan a Fakulteya Tibê ya Taybet a Turgut Ozalê ya Meletî tedawî dibû bi tewsiyeya malbata xwe di nexweşxanê de beşdarê Îmtîhanê bû.

Her wiha li bajarên Wan, Bedlîs, Çewlîg û Agiriyê hat dîtin ku digel hewaya sar zarok wek kelecan beşdarê îmtîhanê bûn. (ÎLKHA)