Trump di axavtina xwe ya ku di derbarê mijarê de kir de ji bo penaberên ku exlebeyê wan ji welatên Mislimanan tên wesfandina ‘terorîstên radîkal ên Îslamîst’ kir û di derheqê wan de wiha axivî: “ Em ji bo vanan ji Emrîkayê dûr bigrin tedbîreke nû ya lêkolînekê tînin. Em wanan naxwazin û em dixwazin xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Em tenê dixwazin ji kesên ku destekê bidin welatê me re bibêjin hûn bi xêr hatin.”
Di qerarnameya bi navê ‘ Parastina Dewletên Yekbûyî ji Terorîstên Biyanî yên Netewê’ de têketina penaberên Sûriyeyî li Emrîkayê wek zirar hat nîşan dan û hat diyar kirin têketina wanan hatiye sekinandin.
Madeya ‘Ji hinek welatên Mislimanan ên ku têkiliya wan bi terorê re heye girtina penaberan heta 90 rojan hatiye sekinandin’ a qerarnameyê, di raya giştî de bû sedema bertekan. Hat diyarkirin di nava van welatan de welatên bi navê Irak, Suriye, Îran, Sudan, Lîbya, Somalî û Yemen heye.
Trump di qenela televîzyonekê de di derbarê qebûlkirina penaberan de diyar ku ew ê pêşanîyê bidin penaberê mesihî.(ÎLKHA)