Hat ragihandin ku artêşa Nîjeryayê bi çewtî bi balafirên cengî qampa penaberan bombebaran kiriye û di encama bombebaranê de herî kêm 100 kes jiyana xwe ji dest dane.

Ji artêşa nîjeryayê General Gen Lucky Irabor di derbarê mijarê de daxuyanî da. Irabor destnîşan kir ku rast e ku balafirên cengî qampa penaberan a ku li bakûra welat e bombebaran kiriye. Lê bombebaran bi çewtî hatiye kirin.

Ev bûyer xetaya artêşa Nîjeryayê ya ewil nîne. Berê jî dêmanên siwîlan ji teref artêşê ve bûbû hedef. (ÎLKHA)