Di Lijneya Giştî ya TBMMê de ji bo madeya sêyemîn a pêşniyaza guherîna makeqanûnê 341 dengên erê, 139 dengên redê hat bikaranîn. Di dengdanê de  3 vala û 2 jî betal derket.

Di dengdana madeya çaremin de  jî 343 dengên erê, 139 dengên redê hatin bikaranîn. Di dengdayînê de  2 dengên vala û 2yê betal derketin.

Di dengdanê madeya pêncemîn de jî  343 dengên erê û 139 dengên redê hatin bikaranîn. Di vê dengdayînê de jî  2 deng vala û 2 jî betal derketin.

 Bi vê dengdayînê her 3 madeyên din ên ku di wan teklîfa guherîna makeqanûnê tê kirin hatin qebûlkirin.(ÎLKHA)