Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag di bernameyeke ku beşdarî bû de di derbarê Adil Oksuzê ku  piştî teşebûsa darbê li Baregaha Akinciyê hat binçavkirin û dû re hat berdan de destnîşan kir Adil Oksuz ji teref hinek kesan ve tê veşartin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li her derî lê digerin. Bi ya min hinek kes wî vedişêrin û li benda wexteke musaîd in da ku wî birêvînin.”(ÎLKHA)