Hat ragihandin Serokê Giştî yê Partiya Kurdistanî Îbrahîm Xelîl Baran vê şeveqê li mala xwe ya Pirsûsê hat binçavkirin.
Baran xebera binçaviyê ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî wiha ragihand: “Li mala min a ku berî vê bîskekê ez hatimê lêgerîn tê kirin, min binçav dikin. Bi selametî.”
Di daxuyaniya ku ji teref PAKURDê ve hatiye dayîn de jî wiha hat ragihandin ‘ Serokê me giştî Îbrahîm Xelîl Baran a niha li mala xwe tê binçavkirin.’(ÎLKHA)