Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo hinek temasan çû Iraqê. Hat ragihandin ku dê Yildirim piştî ziyareta xwe ya li Bexdayê biçe Erbîlê.

Ji xeynî Serokwezîr Yildirim Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Wezîrê Gumruk û Tîcaretê Bulent Tufenkçî, Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Îsmet Yilmaz û Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik jî beşdarê bernameyê bûn.

Hat ragihandin ku dê Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî hevdîtina li Bexdayê dê biçe Erbîlê û li Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Neçîrwan Barzanî re hevdîtin bike. (ÎLKHA)