Waliyê Êlihê Ahmet Denîz bi endamên çapemeniyê re hat bal hev û dawiya salê nirxand, Denîz di nirxandina ku kir de destnîşan kir di bergeha lêpirsîna FETO de 768 personelên qamûyê ji wezîfê hatine dûrxistin û ji van 768 kesan 200 kes hatine girtin.

Walî Ahmet di berdewama axavtina xwe de di derbarê kesên ku ji wezîfeyê hatine dûrxistin de wiha axivî: “ Di bergeha lêpirsîna FETO de heta niha 768 kes ji wezîfê hatin dûrxistin. Ji van 768 kesên ku ji wezîfê hatine dûrxistin  200 kes hatin girtin û 79 kes jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.” (ÎLKHA)