Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve di derbarê mijarê de hatiye dayîn de hat destnîşankirin di bergeha madeya 11emîn a Qanûna OHALê de li 20 bajêran bi armanca mihafezekirina pergala qamû, asayiş û ewlehîya neteweyî de fealiyeta 94 komeleyan hat rawestandin.
Li gor daxuyaniyê ji van 94 komeleyên ku fealiyeta wan hatiye rawestandin 42 komele girêdayê FETO, 26 komele girêdayê PKKê û 4 komele girêdayê DAIŞê û 19 komele jî girêdayê rêxistinên çepgir ên radîkal in. (ÎLKHA)