Kesên ku dixwazin di sala 2017an biçin hecê dikarin di nabeyna dîroka 28ê Berfanbara sala 2016an -6ê Çileya Paşîn a sala 2017an de serîlêdan bike.

Ji teref Wezîrtiya Karûbarên Diyanetê ve ya Diyanetê ve di derbarê serîlêdana hecê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin kesên ku cara yekem e serîlêdan dikin bila 20 hezar lîre razînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin piştî ku pere li banqayê hat razandin dikarin di adresa hac.diyanet.gov.tr an jî rasterast li mifîtiyê serîlêdan bikin. Kesên ku berê qeyda xwe çêkirine dê nûkirina dîroka keyda wan di nabeyna 9-13ê Çileya Paşîn pêk were. (ÎLKHA)