Li gor agahiyan di operasyona ku li Islahiya Entabê  li dijî PKKê hat kirin de Kamer Doganê Serokê Navçeya Islahiyê yê DBPê û Veysel Bulbulê ku demekê serokatiya navçê kiribû jî di nav de tevde 8 kes  hatibûn binçavkirin. Ev her du kesên ku di operasyonê de hatibûn binçavkirin ji teref mehkemê ve hatin girtin û kesên din jî bi şerta kontrola edlî û darizandina serbest hatin serbestberdan.(ÎLKHA)