Wezîrê Karûbarên Derve Mevlut Çavuşoglu di derbarê agirbesta ku doh li Heleba Sûrî pêk hatibû lê dîsa hat îhlal kirin de axiv. Çavuşoglu di derbarê mijarê de wiha axivî: “Li vir dram û wehşet heye. Bila êdî tu kes tu kesî sûcdar neke. Li vir herkes berpirsyar e.”

Çavuşoglu di derbarê mijarê de bi vê şiklê axivî: “Hevdîtinên di derbarê vê yekê de didome. Ji doh pê ve mutabaqatek pêk hatibû ku beriya her tiştê siwîl ji vir werin derxistin û îtiyaciya wan were temînkirin. Di çarçova vê yekê de hinek gav hatin avêtin. Rejîm û hinek kom hewl didin ku vê yekê asteng bikin.”

Çavuşoglu ragihand ku herkes ji vê agirbesta ku dûbare hatiye xerakirin mesûl e. Dûvre Çavuşoglu wiha diyar kir: “Di mijarên wiha de hestên me ew e bila tu kes tu kesî sûcdar neke. Pêwîst e ku ev peyman were tetbîqkirin. 10 roj berê me peymanek wiha îdsa dabû tetbîqkirin. Lê Mixabin vê yekê jî xera kirin.” (ÎLKHA)