Biryar hat dayîn Doza Mavî Marmarayê ya ku di Mehkema Cezaya Giran a 1 emîn a Adliya Çaglayana Stenbolê de dihat dîtin were betalkirin û biryara girtinê ya di derbarê leşkerên Îsraîlê de were rakirin.

Hat ragihandin ku di derbarê Doza Mavî Marmarayê ya ku di Mehkema Cezaya Giran a 1 emîn a Adliya Çaglayana Stenbolê de 4 kes dihatin darizandin de biryara betalkirinê hatiye dayîn û biryara girtina 4 leşkerên Îsraîlê ya ku di nav wan de Serokê Fermandarê Îsraîlê Rau Aluf Gabîel Ashknazî jî tê de ye hatiye rakirin. (ÎLKHA)