Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapıcıoglu di pêwendîya telefonê de serxweşî da Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî.

Yapıcıoglu ji Îqlîma Mistefa Barzaniya ku xwişka mezin a Mesud Barzanî ye re daxwaza rehmet u mexfîretê kir û ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî û malbata wî re jî sebir û sersaxî xwest.

Îqlîma Barzaniya ku keça Mela Mistefa Barzanî ye roja duşemê li nexweşxaneya Hewlêrê ji ber nexweşiyê wefat kiribû.(ÎLKHA)