“Em PKK/PYDê ji ber kiryarên wan ên hovane bi tundî şermezar dikin”
Di daxuyaniya ku hat dayîn de di derbarê kiryarên dîktatorî yên ku PYD li Kurdistana Sûriyê dike de wiha hat destnîşankirin: “Ew kevneşopiya PKK/PYDê ya ku li her derê cografyaya Kurdistanê birêxistinî dibe û qet tehemulî wan kesên ku ji xwe re wanan muxalif dibîne nake, di van salên dawî de kiryarên xwe yên zordestiyê li Kurdistana Sûriyê zêdetir kiriye.Ew zihnîyeta PKK/PYDya siyasetmedarên ku serî li ber wan natewînin direvînê, xelkê dide koçkirin û qetlîaman dike û her wiha dibe sedema erdnigariya me ya mezlûm bi zilm, kîn û xwînê bê bîranîn li Kurdistanê sedem û çavkaniya sereke ya bêaramî û aloziyê ye.PYD di heftiya borî de li Qamişlo û Amûdê êrîş bir li ser xwepêşanên ku ji teref ENKSê ve hatin tertîpkirin û di ser de jî weke ku ev êrîş ne bes e di ser ofîsên KDP, KDP-S û Partiya Yekîtiya Kurdên Sûriyê de avêt.Ev zihnîyeta ku piyona efendiyên xwe yê kurewî ye û li cihên ku hakim e zordestî û zextan li xelkê dike tu tiştî wî an jî sozeke wî nîne ku bide xelkê.Em wek HUDA PARê ji xelk û partîyên ku PYD zilm li wan kiriye re selametiyê dixwazin û PKK/PYDê jî ji ber kiryarên wan ên hovane bi tundî şermezar dikin.”
“Ev yek serneketîbûnek û ji îddîa û teleban bi paş ve gav avêtin e”
Di berdewama daxuyaniyê de di derbarê îptalkirina Doza Mavî Marmareyê de wiha hat destnîşankirin: “Di 14emîn niştina doza ku tê de qatilên sîyonîst dihatin darizandin de dozgerê mehkemê peymana ku di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de hat îmzekirin wek hincet nîşan da û xwest ku doz bê betalkirin.Lihevkirina ku qala wê tê kirin ne weke îddîayên Enqerê ye; berawajî serneketîbûnek û ji îddîa û teleban bi paş ve gav avêtin e.”
“Em mucadeleya pîroz a gazî û şehîdên Mavî Marmarayê silav dikin”
Di berdewama nirxandinê de hat destnîşankirin di niştina 14emîn de ji ber ku malbatên şehîdan tenê hatine hiştin bertek hat nîşandan û wiha pê de hat çûyîn: “Exlebeyê derdorên ku ev bi salan e li Doza Fîlîstînê xwedî derdiketin piştî lihevkirinê, mexdûrên Doza Mavî Marmara û malbatên şehîdan di salona mehkemê de tenê hiştin ku ev yek tabloyeke bi ibret e.Em wek HUDA PARê îlan dikin encamê dozê çi dibe bila bibe em ê li meseleya Fîlîstîn û Doza Qudsa Şerîf û her wiha li mîrasa şehîdên ezîz xwedî derkevin. Em mucadeleya pîroz a gazî û şehîdên Mavî Marmarayê silav dikin.”
“Erîşên ku li Ewrûpayê li Mislimanan tên kirin ji teref rêxistinên îstîxbaretê ve tên fînansekirin”
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin êrîşên ku li Ewrûpayê li Mislimanên tên kirin ji teref rêxistinên îstîxbaretê ve tên fînansekirin.Dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Ev fînansekirin ji teref hinek Ewrûpayiyên bi wijdan ve jî tên gotin.Alema Îslamê û nexasim Mislimanên ku li Ewrûpayê dijîn bêyî nihêrtina mezheb û meşrebê divê bên ba hev û li dijî van êrîşên ku bûne tehdîdeke cîddî çareseriyên muşterek peyde bikin.”
“Divê neyê jibîrkirin ku ev yek halê zilletê ye”
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ji ber ku îdarevanên welatên Îslamê mişkîleyên xwe di nav xwe de hal nakin û mişkîleyên xwe sewqî emperyalîzmê dikin ev zillet tê jiyan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îdarevanên welatên Îslamê bi polîtîkayên xwe ewladên me yên masûm diavêjin hembêza zilm û hovîtiyê ku dê vê yekê Xweda bêceza nehêlî.Digel vê yekê navê wê çi be bila bibe ferq nake van penaberên mezlûm kirina mijara bazarê ku ev helwesteke ku dê bi tu şiklî neyê qebûlkirin e.Pêwîst e ev rewş mîna agirê ku di serî de li Arakan û Helebê û bi giştî jî li temamê dinyayê pê dikeve divê dilên me bişewitîne û divê me sewqî standina tedbîrên bi lez bike.Divê neyê jibîrkirin ku ev yek halê zilletê ye ku sedema vê yekê jî ev e; îdarevanên welatên Îslamê mişkîleyên xwe di nav xwe de hal nakin û mişkîleyên xwe sewqî emperyalîzmê dikin.Ji ber vê minasebetê em bang li birêvebirên welatên Îslamê dikin da ku di vî warî îradeyekê derxînin holê û da ku nebin sedema vê zilm û curmê.”(ÎLKHA)