Niştina 10 emîn a doza ku bersûcên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ên ku ji teref alîgirên PKK/HDPyiyan ên ku bi bangewaziya Selahattîn Demîrtaşê Hevserokê Giştî yê HDPê derketibûn kolanan ve di bûyerên 6-8ê Cotmehê hatibûn qetilkirin tên darizandin dest pê kir.

Niştina ku 19ê wê girtî bi tevahî 41 kes tên darizandin di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de tê dîtin.

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr, Endamê Lijneya Îdareya Giştî (GÎK) yê HUDA PARê Serkan Ramanli, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakên siwîl û parêzer beşdarê niştinê bûn. (ÎLKHA)