Serokê Şaredariya Heleba Rojavayê Brîta Hagî Hassan diyar kir kesên ku bes rewşa bajêr temaşa dikin û dengê xwe dernaxin şirîkê vê sûcê ne. Hassan bangewaziya alîkariyê kir û ragihand ku ew midaxaleyekî leşkerî naxwazin û bila li Ûris danekirin were kirin.

Brîta Hagî Hassan nûnerê herî dawî yê ku bi hilbijartina mixalefetan bûye rêvebir ji bo ku bi nûnerên hikûmeta Fransayê re hevdîtin bike çûye Parîsê.

Kesên li Heleba Rojavayê mane ji sedî 60 wê pîrek û zarok in

Hassan ragihand ku ev çendîn meh e Heleb di bin dorpêçkirina hikûmeta Sûrî ya ku Ûrisa piştgirî didê de ye. Hassan destnîşan kir ku siwîl bê çare ne û ew bes bendewar in da ku dê ew kengî bi bombe, xeza bi jehr an jî ji birçitiyê bimirin. Serokê Şaredariyê Hassan diyar kir ku di nabeyna 100 rojan de nifûsa bajêr ji 2 milyonê daketiye 250 hezarê ku kesên li Heleba Rojavayê mane ji sedî 60 wê pîrek û zarok in.

Hassan bal kişand ku bes di meha mijdarê de hezar û 500 caran bajêr dane ber bomban, di êrîşan de 760 kes mirine, jimara kesên birîndar ji 2 hezaran zêdetir e û di nav kesên ku mirine de 120 zarok û 70 pîrek hene. Her wiha Hassan belav kir ku 765 bombeyên warêlê hatiye avêtin.

Midaxaleyên cerrahî di qatên jêrzemînan de bi şiklekî kevnare pêk tê

Hassan destnîşan kir ku nişteciyên bajêr mihtacê av, derman, xwarin, penageh û ambulansan in. Hassan diyar kir piştî ku 10 nexweşxane bi bombeyan hatine texrîbkirinmidaxaleyên cerrahî di qatên jêrzemînan de bi şiklekî kevnare pêk tê. (ÎLKHA)