Li gor agahiyên ku ji teref çavdêrên  Navenda Mafên Însanan a Sûriyê ve hatine ragihandin êrîş ji teref rejîma Esed û Rûsyayê ve bi muşterek hatiye kirin û di êrîşê de bazara li herema Kafr Nabel hatiye hedefgirtin.Di êrîşê de 52 siwîl jiyana xwe ji dest dan.

“Di van 20 rojan de 773 siwîl jiyana xwe ji dest dan”

Hat ragihandin  di êrîşên ku ji 15ê Mijdarê vir ve tên kirin de nêzî 773 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.Li Sûriyê ji rexekî ve bênavber êrîşên Esed û Rûsyayê berdewam dikin û ji rexê din ve  mişkîleya birçîbûn û nebûna dermanê rû da.Weke ku tê zanîn li Helebê nêzî 30 hezar însanî ji bo nemirin mucadeleya jiyanê didin.(ÎLKHA)