Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li gor lihevkirina ku di navbera Almanya û Afganîstanê de hatiye kirin, Almanya dê di vê mehê de 12 hezar û 500 Afganiyên ku di sînorên wan de dijîn dersînor bike.

Di bedela şandina Afganiyan de dê ji Kabîlê re alîkariya malî bê kirin.Li gor agahiyan li Almanyayê tev de 247 hezar Afgan dijîn û heta niha 27 Afgan hatine dersînorkirin.

Kovara xeberan Pro Asylê ku saziya mafên mirovan e di daxuyaniya ku di derbarê mijarê de da de dersînorkirina Afganan rexne kir û destîşan kir li welêt rewşa ewlehiyê gelekî xirab e û her wiha rewşa siyasî û îqtîsadî jî nebaş e.(ÎLKHA)