Li Bedlîsê ji ber barîna berfê rêyên 15 gundan hêj girtî ye. Hat ragihandin ku karûbarên ji bo vekirina rêyên van gundan didome.
Midûrê Xizmetên Îdareyên Taybet ên Rê û Gihanê Yucel Îlarslan destnîşan kir ku ji ber barîna berfê rêyên 15 gundên ku girêdayê navend û navçeyan e hêj girtî ye.
Îlarslan diyar kir ku ji bo vekirina van rêyan 55 makîne û 86 personel karûbarên xwe yên di bergeha vê yekê de didomînin. (ÎLKHA)