Platforma Alîkariya Umut Kervani dê wek alîkarî ji gelê Şernexê ya ku ji ber şer û pevçûnan mexdûr bûye re qamyonek û transîtek alîkarî bişîne. Alîkarî ji cil û bergên zivistanî û eşyayên malê pêk tê.

Aklîkarê Serokê Giştî yê Umut-Dera endamê Platforma Alîkariya Umut Kervani Îzzeddîn Ekîncî di derbarê mijarê de daxuyanî da. Ekîncî diyar kir wan ji bo ku alîkariya gelê Şernaxa ki qedexeya derketina derve qismen hatiye rakirin bikin dest bi xebatê kirine.

Ekîncî wiha axivî: “Birayên me yên li Şernexê miraceatê Umut Kervani kirin û rewşa xwe diyar kirin. Ev demeke dirêj bû ku li Şernexê qedexeya derve hebû. Gelê mezlûm a wir miraceatê me kirin. Bendewar man ku em alîkariya wan bikin. Em jî çi ji destê me tê dikin îro wek alîkarî qamyonek û transîtek, erzaq, betanî, ard û niyaziyên eslî ji wan re dişînin.”

“Em bendewarên alîkariya gelê xwe ne”

Ekîncî diyar kir ku ew pir dixwazin alîkariya gel bikin lê derfetên wan nagihêje ve yekê. Dûvre Ekîncî bang li xêrxwazan kir da ku alîkarî li gelê mexdûr bikin.

Ekîncî wiha pê de çû: “Tabî em dixwazin ku alîkariyê gelê li wir bikin. Em niha difikirin ku alîkarî li hezaran însanên li wir bikin. Em dê îro qamyonek û transîtek alîkarî bişînin. Înşaellah dê alîkariyên me bidomin. Ji bo ku zêdetir alîkarî li gelê mexdûr werekirin em bendewar in ku xêrxwaz alîkarî bikin.” (ÎLKHA)