Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Diyarbekir ji ber minasebeta Meha Sehabiyan bernameyeke bi navê ‘Faruqê Adil Hz. Omer’ hat tertîpkirin.Di bernameya ku hat tertîpkirin Lêkolîner-Nivîskar Sertaç Tekdal di derbarê  Hz. Omer de nirxandinan kir.Tekdal di nirxandinên ku kir de destnîşan kir jiyana Hz Omer edalet,cesaret û şehadet e.

“Şîar û  tiştê ku jê bawer dikin berjewendiya wan e”

Tekdal di berdewam axavtina xwe de jiyana xwe Hz.Omer ji hêlên cehalet, hidayet, cesaret, edalet û şehadetê ve nirxand û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hz. Omer dibêje ‘Du halên min ên cahiliyê dema ku tên bîra min ez ji bo yekî digrîm û  ji bo ya din jî dikenim.A ku ez pê dikenin ev e; me him ji xwe re putan çêdikir û me ji wan bawer dikir û him jî em wan dixwarin. A ku ez pê digrîm jî ev e; Qîz bi saxî dihatin binaxkirin.’ Vaye tu ferqa cahiliya modern ji vê yekê nîne.Dema ku li hisabê wan tê dibêjin demokrasî û îradeya xelkê; lê belê dema ku îradeya xelkê weke li Misrê dema dibe terefdarê ehle heqê bi darbeyên balyozan weke ku di 15ê Tîrmehê de kirin  hildiweşînin.Şîar û  tiştê ku jê bawer dikin berjewendiya wan e.Baweriya pergal û putan wek lîbasekê bi kar tînin.”

 “Dema hidayet tunebe ne eqil, ne ilê û ne jî serwet  ne çare ye”

Tekdal di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di dema cahiliyê de Îslam însanan ji nava zulumat û zilletê rizgar kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hidayet navê ji tarîtiyê xelasbûnê û gihaştiina nûrê ye. Ji bo ji tarîtiyê xelasî pêk bê eqil, serwet û ilm pere nake.Dema ku hidayet tunebe ev yek ne çareserî ne.Pêwîst e menba û çavkanî hîdayet, îman û Îslam e.”(ÎLKHA)