Her weke ku tê zanîn roja duşemê Serokê berê yê Şaredariya Mezin ê Mêrdînê Ehmed Turk û Serokê Şaredariya Artukluyê Emîn Irmak hatibûn binçavkirin. Ehmed Turk îro sewqî edliyê hat kirin.

Serokê Giştî yê CHPê yê Berê û Parlementerê Entalyayê Denîz Baykal îro di derdora seat 09.00an de hat Mêrdînê û çû mala  Ehmed Turk.Denîz Baykal nêzî seatekê bi Mulkiye Turka xanima Ehmed Turk re hevdîtin kir.Baykal dû re derbasî edliyê bû. Hat ragihandin Baykal bi Serdozgerê Komara re hevdîtin kir.(ÎLKHA)