Di 4ê Mijdarê de ji teref PKKê ve li Baglara Diyarbekirê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hatibû lidarxistin, di êrîşa ku hatibû lidarxistin de 11 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 378 kes jî birîndar bûbûn.Her wiha di êrîşa ku hatibû kirin de gelek kargeh û mal zirar dîtibûn ku ji van avahiyên ku zirar dîtibûn 2 avahî tên xerakirin. Hat ragihandin ew ê ji xwediyê van daireyên ku tên xerakirin re heqên wan  bê dayîn.

Xebatên xerakirinê yên avahîyên li Kooperatîfa Kayanet Yapiyê ji teref wesayîtên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ve tên kirin.

Di derbarê xerakirina avahiyan de Nasir Yilginê ku xwediyê dairê ye di derbarê mijarê de destnîşan kir  di êrîşê de çavên xanima wî kor bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “A niha mala me tê xerakirin, em li derve ne.Jixe tu tiştê me yê sexlem nema.Hêvîyeke min tenê heye, ew jî baş bûna zarok û xanima min ên ku li nexweşxanê tên tedawîkirin.”(ÎLKHA)