Her weke ku tê zanîn li navçeya Baglara Diyarbekirê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hatibû lidarxistin û di êrîşê de 11 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 378 kes jî birîndar bûbûn. 10  kesên ku tê diyarkirin têkiliya wan bi vê êrîşê re heye hatin binçavkirin.

Bersûcên ku hatin binçavkirin ji bo jêpirsînê birin Midûrtiya Ewlehiyê ya Diyarbekirê.(ÎLKHA)