Her weke ku tê zanîn li wîlayeta Ghora Afganîstanê 30 kes pêşî hatin revandin û dû re jî hatin kuştin.Wezareta Karên Derve di derheqê vê yekê de peyama taziyê weşand û bûyera ku pêk hatiye şermezar kir.

Di daxuyaniya ku hat weşandin de wiha hat ragihandin “Em vê çalakîya terorê ya hovane bi şikleke tund şermezar dikin û ji wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane re ji Xwedê Teala rehmetê teleb dikin.”(ÎLKHA)