Abdûrrezak Xelefê ku ji Kurdistana Sûrî beşdarê bernameya Hevdîtina Alimên Kurdistanê ya Duyemîn bû diyar kir divê ku alim zêdetir xwedî li pirsgirêka Sûrî derkevin.

Hvedîtina Alimên Kurdistanê ya Duyemîn a ku ji Kurdistana Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî gelek alim beşdarbûne yekî ji wan jî Abdurrezak Xelef e. Xelef bi ÎLKHAyê re hevpeyvîn kir.

“Berpirsyarî û wezîfa aliman gelek in”

Xelef diyar kir ku hevdîtinên wiha gelek girîng in. Dûvre Xelef wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev hevdîtin pir girîng û bi qîmet in. Divê ku her tim hebin û bidomin. Lewra pirsgirêkên Mislimanan gelek in û gelek zulm hat kirin. Ji ber vî yekê di vî heyamê de jî berpirsyarî û wezîfa aliman gelek in. Lê berpirsyarî û wezîfe çiqas zêde bibin derece û qîmeta wê ew qas zêde ye. Ji ber vî yekê divê ku alim ji bo vê civakê werin cemhev û tiştên ku hewce dike pêk bînin.”

 “Sûrî, pirsgirêka herkesê ye”

Xelef ragihand ku pirsgirêka Sûrî ya her kesê ye. Dûvre Xelef wiha pê de çû: “Sûrî pirsgirêka herkesê ye. Îro temamê Ewrûpa bûye yek û ji Mislimanan re dijmintî dike. Ev dijmintî çiqas zêde bibe mesuliyet û wezîfa alimane w qas zêde dibe. Kurdistana Sûrî û Sûrî bi xwe perçeke Umetê ne. Ji ber vî yekê pêwîst e ku alim xwedî liv ê pirsgirêk û mijarê derkevin. Berpirsyarî û wezîfa aliman a di derbarê vî yekê de zêde û giran e.”

“Hemî Misliman bira ne”

Xelef destnîşan kir ku hemî Misliman birane. Xelef dûvre wiha dawî li axavtina xwe kir: “Kî dibe bila bibe ferq nake. Kurd jî Misliman in. Îro Qur’an û Sineta ku ji me re pêşewantî dike heye. Pêwîst e ku em gor vê yekê hereket bikin. Heke tu îro li ser navê Îslamê zulm bikî nabe. Lewra heq û mafên ku Îslamê daye ji bo herkesî ye. Hemî Misliman bira ne.” (ÎLKHA)