Wezîrê Berê yê Karên Hundir Efkan Ala  di berdewama axavtina xwe de pirsa ku komîsyonê jê  kir wiha bersivand: “Ez vê pirsê pir şermezar dikim.Ewlehî û cendirmê girêdayê min bûn û me wî binçavkirin.Wê jî ji Wezareta Edaletê pirs bikin.Lêpirsîn hat vekirin, ev yek bi hakiman re têkîldar e.Yek ji wan wî berdide, dû re dozger îtîraz dike, di derheqê hakiman de doz hat vekirin.Kesê ku daraz serbest berdabe, ma ewlehî dikare bigre?Min jî ne wî navî bihîstî ye, ne dîtiye û ne jî wî nasdikim.”

Komîsyona Lêkolîna Teşebûsa Darbeya 15ê Tîrmehê çend pirsên cûrbecûr ji Efkan Ala kir û Ala jî pirsên wan bersivand.(ÎLKHA)