Yuksel di nirxandina xwe ya ku di derbarê Mûsilê kir de destnîşan kir xerb li ser vê meselê projeyeke 50 salî hedef kiriye  û bi vê yekê dixwaze rageşiya di navbera Sûnnî û Şîîyan de geş bike.

“Xezeke fayê tê xwestin bê xezkirin”

Yuksel di berdewama axavtina xwe de wiha diyar kir: “Li wê derê dorpêçkirinek heye.Bi vê dorpêçkirinê korîdora PYDê dê heta wê derê bigihije û bi heman awayî tê xwestin Tirkiye jî bê dorpêçkirin.Mûsil cihekî girîng e; lewra him ji bo van rêxistinan cihekî girîng e  û him jî li vê derê Sûnnî û Şîî çalak in.Xezeke fayê tê xwestin bê çêkirin. Li ser Mûsilê tê xwestin di navbera Tirkiye û Îranê de şer derkeve.Ev yek jî ji hêla tehlûkê û tehdîdê ve girîng e.”

“Li hêlekê Qandîl û li hêla din mîna Qendîlê Herama Sîncarê”

Yuksel di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bi operasyona Mûsilê tê xwestin ku korîdora PYDê bê berfirehkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ser Sîncar û Şengalê dixwazin koridora PYDê û rêxistina PKKê bigihîjinin Mûsilê.Ji vê hêlê ve birêveberiya Hêwlerê dikeve tengasiyê.Lewra li hêlekê Qandîl û li hêla din mîna Qendîlê Herama Sîncarê.Bi vî awayî ji her du helan ve jî di bin tehdayiyê de tê hiştin.Her wiha li Başûr li Sileymaniyê tehdayî û zextek heye.”

“Ev rêxistin xwe berdin Mûsilê dê ev yek ji bo Tirkiye û Hewlêrê bibe tehdîdeke cîddî”

Yuksel di  axavtina xwe de her wiha destnîşan kir berê li Rojhilata Navîn şerên wekalet hebû , lê a niha rasterast mudaxeleyî van şeran tê bûyîn ku ev yek jî dê li heremê bibe sedema kaos, tevlîhevî û bêîstîqrariyê.Yuksel dû re balan kişande li ser armanca PKKê ya li Şingalê û wiha got: “PKK/PYD/YPG ji xwe re Êzîdiyan kir bihane û derbasî herêma Şingalê bû.Ger ku ev rêxistin xwe berdin Mûsilê dê ev yek ji bo Hikûmeta Tirkiye û Hewlêrê bibe tehdîdeke cîddî.”(ÎLKHA)