Li navçeya Edremîta Wanê di encama 2 wesayîtên ku li hev qelibîn de 1ê wê xedar bi tevahî 4 kes birîndar bûn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin qeza doh êvarê di derdora saet 22.00an de li ser Cadeya Şabaniyeyê di Rawestgeha Şaxê (Çatak) 2 wesayît li hev qelibîn. Di encama qezaya ku wesayît xisarê dîtin de 1ê wê giran bi tevahî 4 kes birîndar bûn.

Birîndaran bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê.

Hat ragihandin ku ji ber qezayê demekî kurt rê ji trafîkê re hatiye girtin. Her wiha hat destnîşankirin ku di derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)