Di mintiqa Sultanahmetê ya Zanîngeha Marmarayê de bi hevkariya ONDER û Zanîngeha Medîpolê sempozyumek hat lidarxistin. Alîkarê Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Orhan Erdem, Serokê Giştî yê ONDERê Halît Bekîroglu û gelek akademîsyen û xwendekar beşdarê sempozyumê bûn.

Axavtina destpêka sempozyumê Halît Bekîroglu kir. Bekîroglu qala şeva hewldana derbeya 15ê Tîrmehê kir û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me bedela asêkirina dibistanên Îmam Xetîbê ya di 28ê Sibatê de di 15ê Tîrmehê de da.

 “Modela Îmam Xatîbê modelek weset e”

Bekîroglu bal kişand ku di şeva hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de girîngiya dibistanên Îmam Xatîbê çêtir hatiye fêmkirin. Dûvre Bekîroglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hedîseya 15ê Tîrmehê rastî jî da nîşanê me ku perwerdehiyekî me ya baş a dînî tune. Di heman bergehê de ez bawer im ku Îmam Xatîb pir watedar û bi qîmet e. Lê mixabin Îmam Xatîbên me hema hema 50-60 sal di qada siyasetê de hat nîqaşkirin. Lê pirsgirêka Îmam Xatîban felsefe û politikaya perwerdehiya me di mecraya xwe ya tabiî de dide runiştandin. Îmam Xatîb ji îhtîyac û hewcedariyê derdikeve. Helbet kêmasiya vî modelê heye. Hewce ye ku ev kêmasî werin temînkirin. Dema ku ev model di bergeha alema Îslamê de were sazkirin dê bê dîtin ku modela Îmam Xatîbê modelek weset e.”

 “Îmam Xatîbî taybetiya vîzyona damezrandina nû ya Tirkiyeyê li ser xwe dihewînin”

Alîkarê Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Orhan Erdem di bernamê de axivî. Erdem diyar kir ku di heyama wan de dibistanên Îmam Xatîbê wek tercîh pir dihat neqandin. Sedema vî yekê jî xebatên STKyan bû.

Dûvre Erdem wiha pê de çû: “Îmam Xatîb ferdên camîeya ku perwerdehiya wan baş e û hesesiyeta meheliya wan heye. Îmam Xatîbî taybetiya vîzyona damezrandina nû ya Tirkiyeyê li ser xwe dihewînin.”

Erdem wiha qala texrîbata di qada perwerdehiyê de kir: “Rêxistina FETO di qada perwerdehiyê de texrîbatekî pir mezin pêk anî. Divê ku derbeya post modern a 28ê Sibatê baş were fêmkirin. Lewra Îmam Xetîbên ku 700 hezar xwendekarên wê hene di wî heyamê de hat asêkirn. Weliyên ku hesasiyeta Îslamî ya wan heye di serî de wek taybet di nabeyna dibistanan de Îmam Xatîb hatin tercîhkirin û zarokên xwe şandin van dibistanan. Him pir pêşve çûn û him jî gavên mezin di vî heyamê de avêtin. Ji ber vî yekê ev sempozyum pir girîng e.” (ÎLKHA)