Dê li Diyarbekirê ji teref Yekitiya Alim û Medreseyan (Îttîhad`ul Ulema) ve bernameya bi navê ‘2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê` ya ku dê alimên Kurdistana Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî werin cemhev were lidarxistin.

Sekreterê Giştî yê Îttîhad`ul Ulemayê Mela Muhemmed Ozer diyare kir ku wek Îttîhad`ul Ulema dê ew bernameya bi navê ‘2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê` lidar bixin. Ozer anî bibîranîn ku wan par di dîroka 18ê Nîsana 2015an de bernamekî li dar xistine û wan di bernamê de alimên Kurdistana Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî anîne cemhev.

Ozer di derbarê mijarê de wiha axivî: “Di danezana encamê ya ku li ser navê pirsgirêka rewşa Kurdan û çareseriya wê ya ku bi sedan Alimên Îslamê beşdar bûbûn de wek destpêk hatibû lidarxistin û di gavên ku dûvre wek qonax hatibûn amadekirin û lidarxistin de me vê yekê wek beyanata hevpar di pêşvaçûna çareserî, îrade û pratîkê de eşkere kiribû.”

Ozer biryarên ku hatibûn dayîn anî bibîranîn û wiha pê de çû: “Di danezana encamê ya heman hevdîtinê de me wek bangewazî diyar kiribû ku alimên Îslamê hemberê vî mijarê wiha tevger bikin: “Di pêşketin û vejîna ji nû ve ya gelê Kurdê ku piştî bûne Misliman ehemmiyet û girîngiyeke mezin dane Ulemaya Îslamê divê ku alimên îro jî ji bo çareseriya pirsgirêkan tevger bike û di nabeyna medreseyan de diyalog û guftugûyan zêde bike.”

Ozer piştî ku ragihand ku dê li Diaybekirê ‘2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê` were lidarxistin wiha pê de çû: “Ji bo ku biryarên di ‘2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê` de hatine sitandin werin îcrakirin û têkiliya di nabeyna alimên me de werin qewînkirin me di vî heyamê de ziyaretên cûr bi cûr kirin û bername lidar xistin. Em dê bernameya bi navê ‘2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê` ya ku dê alimên Kurdistana Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî werin cemhev lidar bixin. (ÎLKHA)