Er Nîhat Ozcanê ku di sala 1994an de di heyama ku leşkerî dikir û ji tezkereya wî re mabû 3 roj ji pişta xwe ve hatibû lêdan. Dûvre hakimên ku li doza Ozcanî dinêrtin dosyayê dan girtin. Hat ragihandin hakimên ku li dosyeya Ozcanê dinêrtin di bergeha lêprsîna FETO de ji wezîfê hatine dûrxistin. 

Şeyhmus Ozcan destnîşan kir ku rêvebirên leşkerê diyar kirine ku birê wî xwe kuştiye. Ozcan belav kir ji bo leşkerê ku ji terhîsa wî re 3 roj maye tu hincet tune ku leşker xwe bikuje. Ji ber bî yekê Ozcan ji rêvebirên leşkerî gilîdar bû. Lê di encama lêgerîna ku Ozcan kir gelo dawî li vî doza gilîyê hatiye an ne. Lê ev doza ku 20 sal berê hat vekirin dawî lê nehatiye.

Hat ragihandin Hakim Serpel Ridvan Akayê ku dosyayê pejirandiye ku dosya were girtin di bergeha lêpirsîna FETO de ji wezîfê hatiye îxrackirin. Her wiha Ozcan ragihand ku ew ev 22 sal e ku ji bo dosyeya birayê xwe micadele dike.

Di raporan de tê dioyarkirin ku ew ji teref PKKê ve hatiye kuştin

Kek Ozcan diyar kir ew li pey dosyeya ku hatiye girtin e da ku were vekirin. Her wiha Ozcan ragihand ku birayê wî xwe nekuştiye ew dixwaze ku dosyaya birayê wî ya ku hatiye asêkirin ji nû ve vebe.

Eşkere bû ku binasiya firarê derew e

Ozcan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Birayê min Nîhat Ozcan dê di meha Cotmeha 1994an de tezkera xwe bistandiba. Hevalên wî tên Êlihî hatin lê ceseda wî hat. Ji me re hat gotin ku 2 roj ji terhîsa wî re maye lê ew reviye Sûrî û wek faîlê meçhul ew hatiye kuştin. Binasiya firarê jî wekê ku birayê min ji malê xeber sitandiye ku gund û mala me şewitiye hat nîşandayîn. Lê ji xwe gundê me tune. Em li Bêşiriyê hatine dinê.”

Hakimên ku li doza leşkerê ku hatibû qetilkirin dinêrtin FETOîst derketin

Ozcan diyar kir hakimên ku li doza birayê min dinêrtin derket holê ku ew jî FETOîst bû û leşker û dozgerên ku vî dosyayê asê kirine niha bi hinceta FETO ji wezîfê hatine dûrxistin. (ÎLKHA)

http://www.ilkehaberajansi.com.tr/haber/yok-mu-yurekli-bir-avukat.html

http://www.ilkehaberajansi.com.tr/haber/18-yil-once-oldurulen-askerin-mezari-acildi.html