Di derbarê mijarê de Serokê Platforma Nesla Qur’anê Beşîr Şîmşek destnîşan kir Qur’an tercumeyeke ezelî ya kitêba kaînatê , terbiyekerê alema însanetîyê û murşîdeke heqîqî û rêberek e.Şîmşek dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qur’an mufessirê temamê alemên ku xuya dikin û xuya nakin e.Qur’an kelamê Rebbê aleman e, Qur’an fermanê Ellah e.Divê em rojeva xwe li gor Qur’anê tayîn bikin û dîsa pêwîst e em eql û zihnên xwe bi nûra Qur’anê ronî bikin.”
Şîmşek di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ji kesên ku dê bikin derecê re diyariyên umrê û yên mîna vê bên dayîn.
Li gor agahiyên ku Şîmşek di dawiya axavtina xwe de dane dîrok û katogeriyên îmtîhanê wisa ne:
Dîroka Serîlêdanê: 17ê Cotmehê- 17ê Mijdarê
Dîroka û Seata Îmtîhanê: 11ê Berfanbarê, Seat: 10.30, Roja Yekşemê
Çavkanî: Nesla Qur’anê Kahniya Qur’anê(Kur’an Neslî Kur’an Pınarı)
Kategorî: Kategoriya Yekemîn: Ji Beşên 1-2yemîn
Kategoriya Duyemîn: Ji Temamê Kitêbê berpirsîyar in.
Kesên ku dixwazin ji bo îmtîhanê serîlêdanê bikin divê pêşî ji ser malperên www.kurannesliplatformu.com û www.mealsinavi.com serîlêdanê bikin û dû re jî pêwîst e vê serîlêdanê xwe li navendên serîlêdanê bidin tesdîqkirin.