Serokkomar Recep Tayîp Erdoganê ku ji bo pişka Hakim û Dozgerên Komarê di Navenda Gel Çand û Kongreya Beştepeyê de axavtin kir diyar kir ku çendîn sal e hemwelatî di zindanan de ne.

Serokkomar Recep Tayîp Erdoganê ku ji bo pişka Hakim û Dozgerên Komarê di Navenda Gel Çand û Kongreya Beştepeyê de axavtin kir diyar kir ku çendîn sal e hemwelatî di zindanan de ne. Erdogan wiha destnîşan kir: “Mixabin ev 5, 10 û 15 sal e ku hemwelatiyên me di zindanan de ne û umrê xwe li wir rizandine.  Ev yek çêbûn. Niha me firseta sererastkirina vî yekê dît.”

“Hemwelatiyên me yên ku 15 sal e di girtîgehê de rizîne hene”

Serokkomar Erdogan bal kişand ser mehkûmên ku ev çendîn sale ew di zindanan de ne û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi taybet ez dixwazim ku mijarekî diyar bikim. Di 40 salên min ên ku wek siyasî derbas bû de bi taybet di heyama serokwezîr û serokkomariyê ya ku wek 14 sal derbasbû de di şûna wîjdanê de heke hûn wekê ku endamên FETO kirine bikin û fêlbazê îqame bikin ji wir edalet dernakeve. Dê ez eşkere bibêjim. Em mecburin ku îradeya xwe teslîmê Heqqê bikin. Heke em rabin û îradeya xwe wek ipotek bidin destê yekî dê em zirarê bidînin. Tiştekî wiha tune. Edaletekê wiha jî tune. Ji ber vî yekê bi hezaran însan zirarê dîtin. Û mixabin ev însan 5, 10 û 15 sal e ku di zindanan de umrê xwe rizandine. Ev çêbûn. Tiştên wisa hene mirov dizane ku şer e. Lê tê de xêr heye. Hewla derbeya 15ê Tîrmehê îmkanekî wiha kir nesîbê me.” (ÎLKHA)