Li gundka Pirxusa ku girêdayê navçeya Xelata Bedlîsê hevserokên şaredariya DBPyê Servîn Karakoç û Ahmet Demîr hatin binçavkirin.
Gor agahiyên hatine bidestxistin di bergeha Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê de Karakoç û Demîr û endamên şaredariyê Yaşar Koreoglu û Mustafa Toprak di derdora saetên sibê de di encama serdegirtina ku hat lidarxistin de hatine binçavkirin.
Hat ragihandin ji bo ku ew îfade bidin hevserokên şaredariyê û endamên meclîsê hatine binçavkirin. (ÎLKHA)