Di semînera ku hat tertîpkirin de Serokê Bajêra Wanê yê HUDA PARê M.Mehdî Oguz axavtinek kir, Oguz di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir di wextekê ku dijminên Îslamî ew qas zehf in de ji hevdû re kirina dijmintiyê ya Mislimanan nayê qebûlkirin.
Oguz di berdewama axavtina xwe de qala yekîtî û wehdeta Mislimanan kir û destnîşan kir Misliman ne neyarên hevdû ne,ummeta Îslamê ji ber îxtîlaf û tevlîheviyan li paş maye, di wextekê ku dijminên Îslamî ew qas zehf in de ji hevdû re kirina dijmintiyê ya Mislimanan nayê qebûlkirin û werin em wek Mislimanan vê lîstikên xera bikin.
“Meselaya Kurdan ji wan meseleyên dilşewat ên vî welatî meseleyek e”
Oguz piştî axavtina xwe ya di derbarê wehdetê de re qala meseleya Kurdan kir û wiha axivî: “ Ev bû qernek ku lîstik tên lîstin.Tiştek nehat guhartin.Lîstika herî mezin li ser Kurdan tê lîstin.Werin em wek Laz, Çerkez, Tirk, Kurd û Farsan wek bira bên ba hev û li dijî îxtîalf û cudahiyên xwe bisekinin.”(ÎLKHA)