Înîsîyatîfa Malbatên ku Mexdûrên FETO û 28ê Sibatê ne Şaxa Ozgur-Derê ya Êlihê ziyaret kirin.Malbat ji teref Serokê Şaxa Êlihê yê Ozgur-Derê Remezan Çelîkalp û endamên komelê ve hatin pêşîwazîkirin.Malbat di dema ziyaretê de mexdûriyetên xwe anîn ziman û destekê teleb kirin.

Di dema ziyareta ku hat kirin de berdevkê malbatên mexdûr Huseyîm Olam qala mexdûrîyeta malbat û naskiryên wan kir û wiha axivî: “Ew mehqûmên ku ji teref daraz û polêsên FETO ve bi kumpas û komployan hatine girtin divê êdî bên dîtin.Em di rabirdûyê de bûn mexdûrê JÎTEM û Ergenekon û dû re jî em bûn mexdûrê FETO.Ji teref FETO ve li herema me li dijî camîayên Îslamî kiryarên nehiqûqî hatin kirin.Ev kes, însanan revandin û cinayetan kirin.Ji vê re mînaka herî eşkere mînaka Cevzet Soysal e. Divê êdî ev mexdûriyet bên dîtin.”

Mihemed Şatê ku endamê Ozgur-Derê ye jî di derbarê mijarê de destnîşan kir rûyê rastî ya FETO piştî 15ê Tîrmehê derketiye holê û di warê mexdûriyetan de wiha bang li hikûmetê kir: “Em teleb dikin hikûmet demildest van mexdûriyetan bibîne û van ji rastê rabike.Êdî bila ev zilim xelas bibin.Bi qasî yên hundir ên derve jî zehmetiyê dikşînin.”(ÎLKHA)