“Ew endamên mehkemeya ku qerarên bêhiqûq dane hema hema tev hatine girtin”

Sekreterê Giştî yê Yetîm –Derê Orhan Zeren di derbarê wan mehqûmên ku ji teref hakim û dozgerên FETO ne bi kumpas û komployan hatine mexdûrkirin de daxuyaniyek da.Zeren di daxuyaniya ku da de destnîşan kir  di pêvajoya 28ê Sibatê de gelek Misliman hatin mexdûrkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di serê wan kesên ku hatine mexdûrkirin de Yusufî tên.Ew Yusufiyên ku ji ber fikrên xwe yên Îslamî hatine mexdûrkirin hêj di zindanan de ne. Ew endamên mehkemeya ku qerarên bêhiqûq dane hema hema tev hatine girtin û yên din jî ji peywirê hatine dûrxistin.Ango Yusufî û ew hakim û dozgerên ku wan bi komplo û kumpasan mexdûr kirine di girtîgehê de ne.Ev yek nakokî ye.Ger ku ev hakim û dozgerên ku qeraran wan ne derbasdar bin, çima hêj ew kesên ku ji teref wan ve hatine mexdûrkirin di girtîgehê de ne?”

Eren di dawuyan daxuyaniya xwe de destnîşan kir ew wek camiaya Yetîm-Derê teleb dikin kesên ku ji teref FETO û 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirin ji nû ve û bi edilane bên darizandin.(ÎLKHA)