Peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero dema ku ji bo ziyareta malbata xwe derbasî Kurdistana Sûriyê bû ji teref PYDyiyan ve hat derbkirin.Dema ku Peyamnera Rûdawê ji wan kesên ku wê derb kirin re got ‘Xwedê heqê min ji we re nehêle’ kesên PYDyî wiha gotin: Em ne Xwedê nas dikin, ne jî Muhammed nas dikin.” Şero her wiha destnîşan kir “Tevî ku bavê min ji PYDyiyan re  got, ku keça min ducanî ye, lê wan li min xist, ez rakişandim û kincên min qetandin.” 

Li gor nûçeya Rûdawê , di 22ê Îlona 2016an de , peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero ku bi mebesta serdan û dîtina dayik û bav û malbata xwe ji Başûrê Kurdistanê derbasî aliyê Kurdistana Sûriyê bû, li aliyê deriyê Sêmalka rastî êrişa tundûtîj a PYDyiyên ku niçika PKKê ya Kurdistan Sûrî ye hat. 

PYDyiyan, êrîşî peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero kirin û piştre bi zorê ew vegerandin aliyê axa Başûrê Kurdistanê û rê nedan ku ew derbasî  Kurdistana Sûriyê bibe û serdana dayik û bav û kesûkarên xwe bike. 

Piştî ku peyamnêra Rûdawê, Rengîn Şero ji aliyê PYDyiyan ve bi lêdanê bo Başûrê Kurdistanê tê vegerandin, ji ber rewşa wî ya ducanî û têkçûna rewşa tendirustî û sayklojîk a wê, ber bi bajarê Duhokê ve tê şandin.

Di destpêka axavtina xwe de , Rengîn Şero li ser rewşa tendirustiya xwe got, ku ew baş e, lê ji ber rewşa wê ya taybet (ducanî ye), ew bi xwe jî hêj baş nizane ka çi bi serê wê de hatiye û rewşa tendirustiya wê çawa ye. 

Rengîn Şero got: “Ji ber ku rewşek min a taybet heye, heta ku ez serdana doktorekê nekim, ez bi xwe jî nizanim ez çawanim û çi bi serê min de hatiye.” 

Rengîn Şero herwiha behsa çawaniya bûyerê kir û ragihand: “Ez derbas bûm, bavê min hatibû pêşwaziya min, hinek hevalên wî jî li wir bûn. Destpêkê hemû kaxezên min derbas bûn û tiştek nebû. Piştre ku ez derbas bûm, hinek kesan ez nas dikirim û silav dikirin û bi xêrhatin dikirin. Ez derbas bûm, dema ku dîtin gelek kez li min kom bûne, şofêr ku min guman ji wî heye û kesek din jî min guman jê heye, ku ji bajarê min bû û ez baş wî nas dikim, ku ew berê Beisî bû û niha bi wan PYDyiyan re kar dike, tiştek gotin. Piştre şofêr hat û got, bila Rengîn peya bibe.”

“Ez qet rondikên bavê xwe yê 62 salî ji bîr nakim”

Şero axavtina xwe wiha dom kir:“Ji min re dubare gotin ku divê tu vegerî. Dest bi kufriyan (axavtinên sixêf) kirin û min dengê xwe bilind kir, piştre 4 ji PYDyiyên ku 2 jin bûn, 2 jî zilam bûn. Ji yên jin re gotin, wê rakişînin, dema ku ez rakişandim, min ew tişt dît, ewa ku ez qet ji bîr nakim, eger ez welat jî ji bîr bikim, ez qet rondikên bavê xwe yê 62 salî ji bîr nakim.” 

“Keça min here, vegere, kengî bû Kurdistan vegere”

Rengîn Şero tekez kir, dema ku PYDyiyan ew bi zorê rakişandin, bavê wê gelek êşiyaye. Rengî da xuyakirin: “Di wê demê de bavê min got, keça min here, vegere, kengî bû Kurdistan vegere. Here bila sivikatiyê bi te nekin. Min got, sivikatî ji wê yekê mezintir nîne, ku yek rê nede tu here welatê xwe, ku ez dûrî welatê xwe bim. Cilê min dirrandin û ez suwarê otomobîlê kirim, 2 jin û 2 zilam. Ji min re gotin, her tu Erdoganîst î. Min ji wan re got, ka belgeyekê, sedemkê li ser min bêjin. Ji min re gotin, here tu Erdoganîst, bila Tirkiye te vehewîne. Here bila Başûr ku Erdoganiyan dihewînin, te bihewîne. Min dîsan ji wan re got, ku bi kîjan belgeyî, hûn bi çi heqî rê li xelkê digirin, sivikatiyê bi xelkê dikin, bi çi heqî hûn nahêlin xelk derbasî welatê xwe bibe.”

“Em ne Xwedê nas dikin, ne jî Muhammed nas dikin”

Dema ku Peyamnera Rûdawê ji wan kesên ku wê derb kirin re got ‘Xwedê heqê min ji we re nehêle’ kesên PYDyî wiha gotin “Em ne Xwedê nas dikin, ne jî Muhammed nas dikin. Ji me re tiştekê bêje ku em nas bikin.” 

Rengîn Şero herwiha destnîşan kir, xelkê li wir amadebûyî bi ti awayî newêrî ku tiştekê li ser wê reftara PYDyiyan re tiştekê bêjin. 

Şero diyar kir, ku bavê min ji wan re got ku keça min ducanî ye, lê ew li ser reftara xwe ya tundûtîj berdewam bûn.

Ji ber  êrîşa ku li peyamnera Rûdawê hat kirin Tora Medyaya Rûdawê êrîşê bi tundî şermezar kir.(ÎLKHA)