Malbatên ku ji teref FETO ve naskirîyên wan bi komplo û kumpasan hatine mexdûrkirin wek ‘Înîsîyatîfa Malbatên ku ji teref FETO û 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirin’, Serokatiya Baroya Êlihê ziyaret kirin.Malbat ji teref Serokê Baroya Êlihê Ahmet Sevîm ve hatin pêşîwazîkirin.

Di dema ziyareta ku hat kirin de berdevkê malbatên mexdûr Huseyîm Olam qala mexdûrîyeta malbat û naskiryên wan kir û wiha axivî: “Ew mehqûmên ku ji teref daraz û polêsên FETO ve bi kumpas û komployan hatine girtin divê êdî bên dîtin.Divê ev mehqûm ji nû ve bên darizandin.Em ne tenê ji bo kesên mehqûmên Îslamî bi heman awayî ji bo temamê kesên ku bi destê FETO hatine mexdûrkirin edaletê dixwazin.Ji ber vê yekê em ziyaretan dikin û destekê teleb dikin.Lewra malbatên mehqûman perîşan bûne, gelek zehmetî kişandin.Em hewil didin dengê xwe bidin bihîstin.Ji ber vê yekê jî em destekên we hêvî dikin.”

Di dema ziyaretê de Serokê Baroya Êlihê Ahmet Sevîm jî destnîşan kir ew çendîn caran destnîşan kirine ku pêwîst e rêya darizandina ji nû ve bê vekirin û ew ê ji bo edalet pêk were destekê bidin malbatan.(ÎLKHA)