Hat ragihandin barana ku di wextên şeveqê de li navçeyên Vakifkebîr û Beşîkduzya Trabzonê dest pê kir  bû sedema lehî û hezazê.Ji ber lehî û hezaza ku pêk hat li navçeya Beşîkduzuya Trabzonê malek hilweşiya.Ji ber hilweşîna malê 2 kes jiyana xwe ji dest dan.

Waliyê Trabzonê Yucel Yavuz, digel Parlementer  Muhammed Balta  û Serokê Şaredariya Mezin a Trabzonê Orhan Fevzî Gumrukçuoglu çûn cihê ku lê lehî û hezaz pêk hatiye û vekolînan kirin.(ÎLKHA)